TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Kerkûkê zimanê Kurdî bû hedefa proseya erebkirinê: Ji formên fermî hat derxistin!

📅 08 tebax 2022 18:24

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê guhertin û dîzayneke nû ji bo formên moletên tenduristiyê amade kiriye û zimanê Kurdî di wan moletan de hatiye derxistin.

Fermangeha Tenduristiya Kerkûkê nivîsek ji hemû navendên tenduristiyê re şandiye û daxwaz kiriye, êdî bi guhertin û dîzayneke nû, formên moletên tenduristiyê ji welatî û xwediyên kar re werin dayîn ku di wê forma nû de zimanê Kurdî hatiye rakirin.

Di destûra Iraqê de zimanê Kurdî zimanê duyem ê fermî ye û bi vê biryarê jî destûr hatiye binpêkirin ku ev proseya erebkirinê li Kerkûkê piştî 16ê Cotmeha 2017an hatiye destpêkirin û niha li piraniya saziyên hikûmetê jî zimanê Kurdî nayê bikaranîn.

Parve bike: