TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Çînê perwerdehiya bi zimanê kurdî dest pê dike

📅 18 tebax 2026 18:06
Hat ragihandin li Zanîngeha Pekînê ya Çînê beşa zimanê kurdî wê were damezrandin û bi du zaravayên soranî û kurmancî yên Kurdî dê bên dayîn.

RûpelNews - Di navbera saziyên perwerdehiyê yên Çînê û Herêma Kurdistanê de gaveke girîng derbarê perwerdehiya bi zimanê kurdî de hat avêtin.

Bi piştgiriya Zanîngeha Selahaddîn a li Hewlêrê, dê li zanîngeha Pekînê ya paytexta Çînê, beşa zimanê kurdî were damezrandin. Xwendekaran di beşê de dê bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî perwerde bibin.

Daxuyaniyeke nivîskî ya Zanîngeha Selahaddînê wiha hat gotin: "Zanîngeha Selahaddînê koordînator û hevkarê sereke ye di damezrandina beşa zimanê kurdî de li Zanîngeha Pekînê ya li Çînê."

Hat ragihandin ku dê îsal xwendekarên yekem li beşa kurdî werin qebûlkirin.

Zanîngeha Selahaddîn di heman demê de yekane zanîngeh e li Iraqê û Herêma Kurdistanê ku beşa zimanê çînî lê heye. (Rûdaw)

Parve bike: