Cîhan
Li Japonyayê erdhej
Erdhejek bi hêza 6 li herêma Giravên Volkanî li başûrê Japonyayê hejand.
RûpelNews - Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) ragihand ku erdhej di saet 12:55ê piştî nîvroyê de hatiye tomar kirin. Kûrahiya erdhejê 20 kîlometre bû.
Li gorî raporên destpêkê, ti qurbanî an zirara madî çênebûye. Rayedaran ragihandin ku piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê nehatiye dayîn.
Giravên Volkanî, ku bi qasî 1250 kîlometreyan li başûrê Tokyoyê, paytexta Japonyayê ne, niştecihên sivîl nînin. Tê gotin ku tenê yekîneyeke leşkerî li Girava Iwo Jima ya li herêmê bi cih bûye.