TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Japonyayê bi hêza 6.2 erdhej çêbû

📅 02 nîsan 2025 18:53

PeyamaKurd – Li dorûbera bajarê Nishinoomote ya Japonyayê bi hêza 6,2 pileyan erdhej çêbû.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhej di kûrahiya 26 kîlometran de û 54 kîlometre li bakurêrojhilatê bajêr rû daye.

Heta niha ti ziyaneke madî û canî derbarê erdhejê de nehatiye ragihandin.

Roja îna borî jî li welatê Myanmarê bi pileyên 7,7 û 6,4 erdhejên mezin çêbûn ku heta niha 2 hezar û 886 kesan di wan erdhejan de can daye.

Parve bike: