TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Îsraîlê dibistan tatîl kirin û dest bi lêdana Hamasê kirin

📅 07 cotmeh 2023 18:56

PeyamaKurd – Li ser êrîşên Hamasê yên ser Îsraîlê temamê dibistanên Îsraîlê tatîl kirin, rewşa awarte hat îlankirin û ji hewayê de dest bi lêdana Hamasê kirin.

Di lêdana Hamasê ya ser Îsraîlê de, ji 100 kesan zêdetir Îsraîlî jiyana xwe ji dest dan û 700 kes birîndar bûn. Îsraîlê bi navê ‘Şûrên ji Hesin’ operasyonê da destpêkirin û ji hewayê de dest bi lêdana Hamasê kir. Di êrîşa ser Şerîda Gazzeyê de 198 Fîlîstînî mirin.

Hamasê li hemberê Îsraîlê êrîşa bi navê ‘Tofana Aqsayê’ dabû destpêkirin û ber destê sibê 5 hezar roket û topên hawanê avêtibû ser Îsraîlê.

Paşî çekdarên Hamasê ketibû nav axa Îsraîlê û gelek leşkerên Îsraîlê esîr girtibûn.

Fermandarê baskê lerkerî yê Hamasê yê Tûxayên İzzeddin el-Kassam ed-Dayf ragihandibû ku wan 5 hezar roket û hawanan avêtine axa Îsraîlê. Ed-Dayf got:

“Xelkê Fîlîstînê ji nûh de şoreşekî kir û dageriya ser proja avakirina dewletekî. Me biryarê da ku em li hemberê Îsraîlê xettekî deynin û li hemberê Îsraîlê me dest bi operasyona ‘Tofana Aqsayê’ kir.”

Li ser operasyona ser Hamasê, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu di daxwuyaniya xwe vîdeoyê de weha got:

“Hemwelatiyên Îsraîlê di şer de ne. Ev ne operasyone. Ev şer e. Hamasê ber destê sibê li hemberê hemwelatiyên Îsraîlê êrîşekî xwînî ya surprîzê da destpêkirin. Ji serê sibê de em nav vê de ne.”

Parve bike: