"Li Îranê qiymeta meleyan ya di civakê de kêm dibe"
PeyamaKurd - Mele Hucetulîslam Nasir Naqewiyan, got ku di tu civakê de tu îtîbara meleyan nemaye û êdî li kolanan hin kes naxwazin silava wan jî hildin.
Naqewiyan li Îranê bi rexne û wezên xwe yên bitesîr tê nasîn û ji ber vê yekê weşanên wî hatibûn qedexekirin.
Naqewiyan daxuyanî da Khabaronlineya malpera nûçeyan û got ku meleyên li welêt wezîfedar tu eleqeyê nîşanî pirsgirêkên welatiyan nadin û her roj ji civakê dûr dikevin.
Naqewiyan got ku welatî û rêvebirên welêt li ser pirgirêkên welêt eynî nafikirin û wiha axivî:
"Berê merivan tiştên ku ji malbata xwe re nedigotin ji meleyan re behs dikir. Êdî ev ji holê rabûye. Kesên ciwan û xwendî êdî bi cimaetê re nimêj nakin û naçine nimêja înê jî. Ev yeka nîşan dide ku êdî tu îtibara meleyan di civakê da nemaye. Li kolanan hin kes naxwazin silava wan jî hildin. Eger gel der heqê meleyan da wisa difikire divê ew jî li gor wê hereket bikin û ji bo guherîndina nêrîna gel bixebitin. Divê mele ne ji bo meqamê, ji bo rizayê Xwedê bixebitin û wisa hereket bikin."