Rojhilata Navîn
Li Îranê êrîş li tesîsên mezin ên enerjiyê hat kirin
Di roja 19an a şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, êrîşeke mezin li ser tesîsên sereke yên enerjiyê yên li Îranê hat kirin.
RûpelNews - Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê de, ligel berpirsên payebilind ên Îranê û tesîsên sereke yên enerjiyê yên vî welatê jî tên hedefgirtin.
Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku êrîşên hewayî li dijî tesîsa gaza Pars a Başûr ku mezintirîn tesîsa gaza xwezayî ya cîhanê ye û bi Qeterê re tê parvekirin hatine kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşan de tesîsên petrol û petrokimyayê yên li Asaluyehê, ku wek dilê pîşesaziya enerjiyê ya herêmê tê dîtin, jî hatin armanckirin.
Ev êrîş di dîrokê de wekî yekemîn operasyona di şerê heyî de cih girt ku rasterast kapasîteya hilberîna petrol û gazê ya Îranê kir hedef.
Hat ragihandin tesîsa Pars a Başûr sala borî rojane 730 milyon metrekûp gaz hilberandibû.