Rojhilata Navîn
Li Hurmizê helîkoptereke Amerîkî ket: Gelo çi bi pîlotan hat?
Hate ragihandin ku helîkoptereke Apache ya Artêşa Amerîkayê li nêzîkî Tengava Hurmizê ket. Hate eşkerekirin ku her du pîlotên di nav de hatine rizgarkirin û tu birîndar nebûne.
Wêne: CENTCOM
RûpelNews - Li gorî nûçeyên di çapemeniya Amerîkî de, çavkaniyên nenas ên ku ji bûyerê agahdar in diyar kirin ku helîkopter li nêzîkî Tengava Hurmizê ketiye.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêj ne diyar e ka helîkopter ji ber êrîşa Îranê ketiye an ji ber kêmasiyeke teknîkî, û diyar kirin ku lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Trump: Rewşa pîlotan baş e
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî maça fînalê ya NBAyê li New Yorkê ji rojnamevanan re got ku pîlot di rewşeke baş de ne.
Trump diyar kir, "Pîlot baş in. Kes birîndar nebû. Em ê sibê raporekê belav bikin, lê pîlot di rewşeke baş de ne."
Hat ragihandin ku rayedarên Amerîkî lêpirsîna xwe ya li ser sedema bûyerê didomînin.