Li Hindîstanê serhildana 'Tevgera Gel a Kêzikan'
RûpelNews - Bi milyonan ciwan li Hîndîstanê hatin ba hev û bi navê 'Tevgera Gel a Kêzikan' li dijî hikûmetê bi hinceta dizîna pirsên ezmûna zanîngehê xwepêşandan lidarxistin.
Partiya Gel a Kêzikan (CJP) di 16ê Gulanê de ji aliyê Abhijeet Dipke yê pisporê ragihandina siyasî ve, piştî ku Serokê Dadgeha Bilind Surya Kant ciwanên bêkar şiband 'kêzikan', hate damezrandin.
Pirsa Dipke ya li ser medyaya civakî wiha nivîsî: "Eger hemû kêzik bi hev re kom bibin dê çi bibe?" piştî vê nivîsê di demek kurt de bi milyonan ciwanan piştgirî da û di heman demê de hejmara şopînera hesabê Instagramê yê CJP'ê di nav du hefteyan de ji 22 milyon kesan zêdetir bû.
Bi sed hezaran ciwan daketin kolanan
CJP ku li gelek bajarên welêt xwepêşandan organîze kirine, heta niha mezintirîn xwepêşandana xwe li paytext New Delhi li dar xist. Di roja vekirina rûniştina Parlamentoyê de, bi sed hezaran xwepêşander li Jantar Mantarê ku bi hefteyan bûbû navenda xwepêşandanan civiyan û dest bi meşê kirin. Gava ku xwepêşanderan, bi dirûşmên ku banga îstifaya Wezîrê Perwerdehî Pradhan û Serokwezîr Modi dikirin, hewl dan astengiyên polîsan derbas bikin, hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrêj û darikan destwerdan kirin. Piştî protestoyên demdirêj ên ciwanan Wezîrê Perwerdehiyê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku dev ji karê xwe wezîrtiyê berda.
Serokwezîr ferman da
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ferman da dezgehên pêwendîdar ku piştrast bikin ku kesên berpirsiyarê eşkerekirina pirsên ezmûnê "bi lez û bi tundî" bên cezakirin.
Modi diyar kir ji bo xêr û xweşî û paşeroja ciwanên Hindistanê tiştek girîngtir nîn e û wan biryar daye ku pêvajoya dadwerî bilezînin da ku kesên di dizîna pirsên ezmûnê de cih girtine "bi lez û bi tundî bên cezakirin".