Kanada ji ber egera tevgera Amerîkayê di hişyariyeke bilind de ye
RûpelNews - Carney diyar kir ku rêveberiya Serokê DYA Donald Trump îhtîmala çalakiya leşkerî ya li dijî Kanadayê wekî 'rîskeke mezin' nirxandiye û ew xwe jê re amade dikin.
Wezîrê Parastinê yê Kanadayê David McGuinty jî destnîşan kir ku hêzên çekdar xwe ji bo senaryoyên rîskê yên cihêreng amade dikin, û lê zêde kir ku îhtîmala navborî wekî senaryoyeke pir mezin tê dîtin.
Gotinên Trump bandor kirin
Lîwa-Generalê teqawîtbûyî Andrew Leslie pêşniyar kir ku dibe ku planên awarte yên Kanadayê piştî gotinên Trump ên ku Kanada wekî dewleta 51emîn a DYA'yê bi nav dikir û gefên wî yên derbarê Gronlandê de ji nû ve hatibin nirxandin.
Amîral Samuel Paparo ê ku Fermandarê Fermandariya Hind-Pasîfîk a DYAyê ye îhtîmala dagirkirina Kanadayê ji aliyê DYA'yê ve wekî "bi temamî pûç" bi nav kir. Pispor her wiha destnîşan dikin ku, ji ber erdnîgariya berfireh a Kanadayê, senaryoyeke dagirkirinê ya kevneşopî pir ne muhtemel e.