TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Hewlêrê roja Mewlûda Pêxember 3 mizgeftên nû hatin vekirin

📅 29 cotmeh 2020 15:45

PeyamaKurd - Li Hewlêrê roja jidayikbûna (mewlûd) Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed 3 mizgeftên nû hatin vekirin.

Îro roja mewlûda pêxember e û misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin.

Roja mewlûdê sê mizgeftên nû li Hewlêrê ji aliyê wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê Kurdistanê Piştîvan Sadiq ve hatin vekirin.

Mizgeftên ku hatine vekirin, yek ji wan li taxa 32Park e, yek li taxa Kesnezan û ya din jî li gundê Kanî Genî ye.

Parve bike: