Li Helebê "Parka Erdogan" tê avakirin
RûpelNews - Şandeyeke payebilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Waliyê Dîlokê Kemal Çeber serdana bajêr kir. Di vê serdanê de, zincîreke peymanên hevkarî û protokolên şirîkatiyê hatin îmzekirin ku armanca wan pêşxistina rewşa xizmetguzariyê û nûjenkirina dîmena bajêr e.
Di merasîma îmzekirina protokolê de, Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin, destpêkirina projeya "Parka Gel a Recep Tayyip Erdogan" li navenda bajarê Helebê ragihand. Ev park dê li ser rûberê 150 donimî bê avakirin. Şahin eşkere kir ku park wekî bêhnfirehiyeke civakî û jîngehî hatiye sêwirandin; tê de qadên kesk ên berfireh, şûnên şahiyê, rêyên meşê û lîstikên zarokan hene, ku sêwirana wê ji parka "Gale" ya li Dîlokê hatiye girtin.
Her wiha, ji bo piştgiriya sektora veguhastinê, Şahin ragihand ku 5 otobusên nûjen wekî diyarî pêşkêşî parêzgeh û şaredariya Helebê kirine, da ku beşdarî xurtkirina xizmetên veguhastinê û hêsankirina tevgera welatiyan di nav taxên bajêr de bibin.
Projeyeke şahiyê ya mezin
Di heman çarçoveyê de, Meclîsa Şaredariya Helebê protokoleke din a hevkariyê bi aliyê Tirk re îmze kir. Serokê Şaredariyê Mehmet Tahmazoğlu ragihand ku projeya parkeke duyemîn a mezin li ser rûberê 230 donimî wê were destpêkirin. Ev proje, ku ji parka "Yeşilvadi" ya Dîlokê hatiye girtin, armanc dike ku bibe navendeke geştûguzarî û civakî ya giştî ji bo malbat û ciwanan, û bibe sedema vejandina jiyana giştî li Helebê.