Kurdistan
Li Helebceyê guleyeke topê teqiya: 2 kesan canê xwe ji dest da
Li Helebceyê di encama teqîna guleyeke topê de, du kesan canê xwe ji dest da.
RûpelNews - Berdevkê Polîsê Helebceyê Akam Qutbedîn ji Kurdistan24ê re ragihand, îro 31ê Tebaxa 2026an, li Helebceyê du kesan di malekê de dest li guleyeke topê dane û bi wan de teqiyaye.
Li gorî gotina berdevkê polîsê Helebceyê, di encama teqînê de her du welatiyan canê xwe ji dest daye.
Akam Qutbedîn herwiha da zanîn, hêzên ewlehiyê yên Helebceyê çûne cihê bûyerê, lêkolînên derbarê bûyerê de dest pê kirine û agahiyên zêdetir dê bên belavkirin.