TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Mêrdînê 11 kesan ji ber Alaya Kurdistanê tên darizandin

📅 12 îlon 2026 19:31
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji ber pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê, 11 kesan tên darizandin.

RûpelNews - Buroya Ragehandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyaniyekê de ragihand, roja 17ê Kanûna 2025an bi helkefta Roja Alaya Kurdistanê, rêxistina partiyê ya Mêrdînê xwestibû li ber deriyê avahiya partiyê ya li navçeya Qoserê daxuyaniyeke çapemeniyê bide. Lê belê polîsan êrîş biribûn ser beşdaran û hewl dabûn Alaya Kurdistanê ji destê wan derxin. Tevî vê destwerdanê jî, endamên partiyê alayên xwe radestî polîsan nekiribûn û daxuyaniya xwe xwendibûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dozgeriya Komarê ya Qoserê li şûna ku naveroka çalakiyê bîne ziman, mesele berovajî kiriye û bi îdiaya “girtin û astengkirina rêyan û trafîkê” di derbarê 11 kesan de doz vekiriye.

Daxuyaniya Buroya Ragehandinê ya PWKê wiha ye:

PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin

Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2025ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, xwestin li ber derîyê avahîya partîyê daxuyanîyeke çapemenîyê bidin. Lê belê polîsên Emnîyeta Qoserê, êrîş biribûn ser endamên PWKyê, xwestibûn Alaya Kurdistanê ji destê wan bistînin.

Rêvebir û endamên PWKyê û welatperwerên ku beşdarî civîna çapemenîye bibûn Alayên Kurdistanê teslîmî polîsan nekiribûn û daxuyanîya xwe dabûn.

Lê belê, Dozgerîya Cimhûrîyetê ya Qoserê, ji ber vê çalakîyê di derbarê 11 rêvebir, endam û dostên PWKyê de doz vekir.

Dozgerîya Cimhûrîyetê ya Qoserê, di îdîanameya xwe de mesele berovajî kirîye û wek çalakîyeke ‘’Girtin û asteng kirina rêyan’’ pênase kirîye; nexwestîye naveroka daxuyanîyê bîne zimên.

Nuha roja sêşemê, 15.09.2026ê, di saet 09.30ê de li Mehkemeya Qoserê 11 hevalên me dê bêne darizandin.

Hevalên me dê Roja Alaya Kurdistanê û Alaya Kurdistanê biparêzin û dê îdîayên dozgerî yên dibêje ‘’Rê girtine, trafik asteng kirine’’ red bikin.

Em bangî hemû partî û tevgerên sîyasî, sîyasetmedar, rewşenbîr, hunermedên kurdan, bangî dezgehên sivîl û bangî gelê xwe yê Mêrdînê û hemû gelê xwe yê Kurdistanê dikin da ku em wê rojê li mehkemeyê piştgirîya hevalên ku têne darizandin bikin. Li himberî vê doza ku hatîye vekirin, em dest bidin hev.

Parve bike: