TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li gundekî Efrînê komên çekdar bacên darayî yên mezin li ser malbatan sepandin

📅 08 rêbendan 2021 12:32

PeyamaKurd – Li gundê Îkîdamê yê Şêrawayê, milîsên “Sultan Mûrad” ên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn, bacên darayî yên mezin li ser şêniyan sepandin.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, milîsên bi serkêşiya “Ebû Yezen” 200$ li ser her malbateke li gundê Îkîdamê sepand û ger vê bacê nedin, wê wesayît û malên wan werin desteserkirin.

Di demên dawî de li gund mizgeftek ji aliyê komeleya “Eyadî Beyda” yên Ixwanî hat avakirin. Ew komelêyên Ixwanî dixwazin hişmendiya tundraw li Efrîna dagirkirî bipeyitînin.

Parve bike: