Kurdistan
Efrîn: Çekdarên Emşatê ji gundekî kurdan derketin
Paşmayên çekdarên bi navê "Emşat" piştî derketina ji navenda navçeya Şiyê, ji gundê Qermitliqê jî derketin.
RûpelNews - Li gorî nûçeya Welat TVyê, paşmayên çekdarên bi navê "Emşat" piştî derketina ji navenda navçeya Şiyê, ji gundê Qermitliqê jî derketin.
Ew çekdar piştî ku sala 2018 derbasî Efrînê bûn û ta niha li gundê Qermitliqê diman û malên kurdan desteser kiribûn û kiribûn baregehên leşkerî.
Şeva borî jî, paşmayên "Emşat"ê ji navenda navçeya Şiyê derketin û navendên xwe yên li navenda navçeyê bi temamî vala kirin, ku dest danîbûn ser mal û guvaşgehên welatiyan û jêrxaneyên giştî û weke navendên leşkerî bi kar tianîn.
Di vê derbarê de Çalakvan Mistefa Şêxo ji xelkê navçeya Şiyê ji Welat TVyê re got: "Êdî Emşat li Şiyê nema û xelkê navçeyê gelekî şad e û vê rojê dîrokî dibînin."