Li gundê Kêlban a Geverê kevneşopiya salan didome
RûpelNews - Gundê ku nêzî 36 mal û nêzî 400 kes lê dijîn, şêniyên wê wekî her cejnên borî di Cejna Qurbanê de jî pêşî çûn mizgeftê nimêja cejnê kirin, cejna hevdu pîroz kirin û piştî xwarina taştê berê xwe dan goristanan.
Piştî serdana goristanan gundî mal bi mal geriyan serdana hevdu kirin û şekir berhev kirin. Di dema serdana malan de gundiyan demên xwe yên berê bi bîr anîn û demên xweş derbas kirin. Wek kevneşopiya bi salan dema ku li malan geriyan gundî bi hevre çûn nimêja nîvro.
Li gundê Kêlbanê wek salên bori her sê danên xwerinê ji aliyê malbateki ve tê dayîn û gundî ji bo danê firavînê berê xwe dane mala cîranên xwe. Di firavînê de taybetî giya û nebatên li demsala biharê hatine berhevkirin goşt û xwarinên xumalî hatibûn çêkirin.
Li gund ev bi deh salan e di cejnên qurbanê kevneşopiyeke heye ku berdewam dike pê hemû gund keyfxweş in. Li gund ajelên ku bo qurbanê tên diyarkirin li navendekê bi hev re tên serjêkirin û ji bo her maleke ku qurbanê wî hebe yan nebe pişk tê dayîn. Di vê cejnê de jî ji bo her malekî bêyî cudahî 10 kîlo goşt hat pişkirin.
Gundiyan piştî bidawîkirina karûbarên qurban serjêkirinê nimêja xwe ya mexreb eda kirin û yekser berê xwe dan mala cîranên xwe ku danê şîvê dide.