TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Geverê du grûbên mensûbên du esîran pevçûn lê mezinan yekser wan li hev anî

📅 06 tebax 2024 21:48

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li ser kolana Cengiz Topel du grûbên mensûbên du eşîran li hev xistin û di encamê de kesekî birîndar bû.

Polîs ket navbera her dû grûban û nehiştin bûyer mezin bibe. Yekser mezinên navçê ketin navbera her dû terefan û wan li hev anîn.

Navbeynkar, parlementerê berê yê Hakkariyê Esad Canan, şaredarê berê yê Geverê Necdet Buldan û ji melayan Mele Cafer Çalışkan ketin navbera wan. Esad Canan li ser navê rûsipiyan axifî û got:

“Mafê kesî nîne hûzûr û aramiya memleket xerab bike. Em tev birane. Em îznê nadin ku pevçûn mezin bibin û ji wan encamên xerab derên. Kesên pevçûn, me wan li hev anî. Mezinên navçê wê nehêlin li navçê arîşe çêbibin.”

Parve bike: