TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Putîn: Rûsya ji bo pevçûna bi Ewropayê re amadekariyê nake

📅 26 îlon 2026 12:22
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn îddîa kir ku welatê wî ji bo pevçûneke bi Ewropayê re amadekariyê nake.

RûpelNews - Putîn, di civîna ku di çarçoveya Foruma Çandê ya Navneteweyî ya li St. Petersburgê de re ligel rojnamvanan pêk anî de diyar kir ku li Ewropayê fikarên derbarê êrîşeke muhtemel a ji Rûsyayê de hene.

Putîn parast ku hin derdorên li Ewropayê ji bo pevçûneke muhtemel a bi Rûsyayê re amadekariyê dikin û got: "Ez careke din destnîşan dikim: Em ji bo ti celeb pevçûna bi Ewropayê re amadekariyê nakin."

Putîn derbarê şerê li Ûkraynayê de jî nirxandin kirin û diyar kir ku piştî êrîşên dawî yên Kiyevê yên li ser axa Rûsyayê, mijara ji nû ve destpêkirina hevdîtinan bi mebesta bidawîanîna şer tê nirxandin.

Putîn bal kişand ku pêşniyarên ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinan "li ser masê ne" û destnîşan kir ku piştî kiryarên dawî yên Ûkraynayê, Moskova dê bi baldarî binirxîne ka wê çawa bersivê bide.

Parve bike: