TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Erzeromê ji ber rewsa hewayê rojekî navber dan perwerdê

📅 28 mijdar 2023 01:56

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Erzerom a bakûrê Kurdistanê ragihand ku bi sedema rewşa xerabûna hewayê, li navçên Eziziye, Palandoken û Yakutiye temamê dibistanên seretayî û navendî bi dezgeyên xwe ve ji bo rojekî hatine tatîlkirin. Jinên bi hemil, asteng û xwedî nexweşînên kronîk dê ji bo 1 rojekî bi îzin bên hesibandin.

Li bajarê Erzeromê her sal zêde berf dibare û dibe sedema rabûna bahoz û bamiştê. Ji ber rewşa hewayê gelek caran dibistan tên tatîlkirin.

Parve bike: