Tirkiye
Li Enqerê erdhej
Erdhejeke bi mezinahiya 3.9 pileyî li pîvana Rîxterê li navçeya Kalecik a Enqerê qewimî. AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 11.74 kîlometre bû. Li gorî raporên destpêkê, ti bûyerên neyînî nehatine ragihandin.
RûpelNews - Erdhejeke bi mezinahiya 3.9 pileyî li pîvana Rîxterê li navçeya Kalecik a Enqere ya paytexta Tirkiyeyê qewimî.
Li gorî daneyên Serokatiya Rêveberiya Karên Hawarçûn û Rewşa Awarte (AFAD), erdhej di saet 20.11an de hat tomarkirin.
Hat ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 11.74 kîlometreyan di bin rûyê erdê de pêk hatiye.
Li gorî raporên destpêkê, ji ber erdhejê ti bandorên neyînî çênebûn.