TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Duhokê 2 dron hatin xistin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 07 hezîran 2026 10:44
Li nahiyeya Bicîlê ya navçeya Akrê ya Dihokê 2 dron hatin xistin.

RûpelNews - Birêvebirê nahiyeyê ragihand ku dron ji aliyê balafirên şer ve hatine têkbirin û ti zererên wan çênebûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, demjimêr 05:00ê sibêhê li gundên Guzar û Ziravokê yên nahiyeya Bicîlê 2 dron ketin.

Şêniyên herêmê dibêjin ku dema dron ketin, wan dengê balafirên şer li asman bihîstiye û her wiha wan kêliya ketina parçeyên dronan tomar kiriye.

Birêvebirê nahiyeya Bicîlê Beşar Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û ragihand:

"Ew her du dron ji aliyê balafiran ve li asman hatine teqandin.

Pişt re parçeyên wan li gundên Guzar û Ziravokê ketin."

Beşar Mihemed li ser zererên wê destnîşan kir ku ketina parçeyên dronan ti zererên canî yan jî madî li pey xwe neanine.

Parve bike: