Kurdistan
Li Dêrsimê nêçîra pezkûviyan hat qedexekirin
Li Dêrsimê bi biryara parêzgariya bajêr, nêçîra pezkûviyan heta hetayê hat qedexekirin.
RûpelNews - Parêzgerê Dêrsimê Şefik Aygol li ser hisaba xwe ya medyaya civakî derbarê nêçîra pezkûviyan de daxuyaniyekê belav kir.
Aygol ragihand nêçrîa pezkûviyan heta hetayê hat qedeekirin.
Di sala 2019an de komeke nêçîrvan ku ji 14 kesan pêk dihat ji Spanyayê hatibûn li Dêrsimê ajalan kuştibûn û dimenên wan ajalan li ser sosyal medyayê belav kiribûn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û heya demekê nêçîrî hatibû qedexekirin.
Gundiyên Mêzgirdê jî ji bo rawestandina nêçîriyê sala borî kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin.