TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îro salvegera 89emîn a Komkujiya Dêrsimê ye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 13:27
Li ser Komkujiya Dêrsimê 89 sal derbas bûn. Operasyonên ku bi biryara hikûmeta wê demê di 4ê Gulana 1937an de dest pê kirin,heta 1938an berdewam kirin.

RûpelNews - Li gorî amarên fermî, di dema komkujiyê de zêdetirî 13 hezar meriv hatin kuştin, lê çavkaniyên cûda dibêjin ku ev hejmar digihîje herî kêm 70 hezar kesan. Di vê pêvajoyê de bi deh hezaran kes jî sirgûnî bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin kirin.

Seyid Riza, yek ji kesayetên girîng ên wê demê, kurê wî Resik Huseyin, û yên din di dadgeheke taybet a li Xarpêtê de hatin darizandin û di 15ê Mijdara 1937an de hatin îdamkirin.

Di serdema piştî komkujiyê de, agahîyên derbarê cihên veşartina kesên ku hatine îdamkirin û çarenûsa jinên ku wekî "keçên winda yên Dêrsimê" têne zanîn, bi fermî nehatine eşkerekirin. Her çiqas nîqaş û bangên ji bo rûbirûbûnê yên derbarê Komkujiya Dêrsimê de berdewam dikin jî, ji bilî daxwaza lêborînê ya ku serokwezîrê sala 2011an Recep Tayyip Erdogan kiribû tu rûbirûbûneke berfireh a bi pêşengiya dewletê pêk nehat.

Parve bike: