TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Dêrazorê rayedarekî Rêveberiya Xweser hat kustin

📅 19 gulan 2021 18:28

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarokê El-Cezra kesên nenas gule bi ser endamê Meclîsa Zagonsaz a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Mûeyed Reyaş de reşandin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, êrîşkar li ser motorsîklêtekê gule bi ser Reyaş de reşandine û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku hêzên Asayîşa Rojava li ser bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

Parve bike: