TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Çiyayên Hemrînê 8 stargehên DAISê hatin bombebaran kirin

📅 12 mijdar 2021 21:41

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8 stargehên DAIŞê li bilindahiyên Hemrînê hatin bombebaran kirin.

Di daxuyaniyeka artêşa Iraqê de hat diyarkirin, li bilindahiyên Çiyayê Hemrînê yên li sînorê parêzgeha Diyala, hêzên esmanî 8 stargehên DAIŞê bombebaran kirin.

Hat eşkere kirin ku di encama bombebaranê de 8 bingehên veşartî yên DAIŞê bûne armanca êrîşa asmanî. Artêşa Iraqê li ser hejmara kuştî û birîndaran zanyarî belav nekirin.

Parve bike: