Li Berlînê nîqaşa dibistanan: 'Xwendekar olê xwe li yên din ferz dikin'
RûpelNews - Lêkolîna li ser tundiya dibistanê, ku hefteya borî ji aliyê Senatoya Berlînê ve ji raya giştî re hat pêşkêşkirin, derbarê asta zexta olî û bûyerên tundiyê de li dibistanên paytextê encamên balkêş eşkere kirin. Martin Hikel, Şaredarê navçeya Neukölln a Berlînê, piştî weşandina lêkolînê axivî û destnîşan kir ku zexta olî zêde bûye, bi taybetî li hin dibistanan, ku xwendekar baweriyên xwe li ser hev ferz dikin, û tekez kir ku divê dibistan li hember daxwazên olî bêalî bimînin.
Ji sedî 60 ê mamosteyan tundûtûjiyê wek pirsgirêkeke mezin dibînin
Li gorî lêkolînê, nêzîkî 60 ji sedî yê mamosteyan tundûtûjiya di nav xwendekaran de wek pirsgirêkeke mezin an jî pir mezin dibînin. Di heman demê de, nêzîkî 30 ji sedî yê mamosteyan radigihînin ku ew di dibistanên xwe de zextên olî dijîn. Lêkolînê her wiha eşkere kir ku nêzîkî ji her sê xwendekaran yek, rêzikên olî ji rêzikên dibistanê girîngtir dibîne.
Martin Hikel got ku ev encam bi lêkolîneke sala 2021an a ku li Neuköllnê hatibû kirin û 'zordariya olî ya ji bo lihevhatinê' lêkolîn dikir, li hev dikin. Li gorî Hikel, hin xwendekar ne tenê baweriya xwe bi cih tînin, lê nêrînên xwe yên olî li ser xwendekarên din jî ferz dikin.
"Xwendekarên elewî neçar dimînin ku baweriyên xwe veşêrin"
Hikel got ku zexta olî bi taybetî li wan dibistanan diyar e ku pêkhateya civakî û etnîkî ya wan homojenir e.
Hikel, xwendekarên elewî wek mînak nîşan da û diyar kir ku hin xwendekarên elewî li dibistanên ku rêjeya xwendekarên sunî tê de bilind e, neçar dimînin ku baweriyên xwe veşêrin.
Hikel got, "Rastiya ku ciwan neçar dimînin nasnameyên xwe veşêrin, ji bo tevahiya civaka dibistanê pirsgirêkek e," û lê zêde kir ku ev yek bandoreke neyînî li ser atmosfera dibistanê dike.
"Eger di polêke ji 26 xwendekaran pêkhatî de piranî heman nêrînan parve bikin, mamoste dikeve bin zextê"
Hikel, amaje bi lêkolîna Motra Monitor a ku li ser asta federal li Almanyayê hatiye kirin, got ku rêjeyeke berbiçav a ciwanên misilman ên bawermend yan hevxemiya ramanên îslamîst dikin yan jî li dijî wan dernakevin.
Bi dîtina wî, ne hewce ye ku çend xwendekarên radîkal hejmareke mezin bin da ku bibin xwedî bandor.
Hikel got, "Eger 15 an 16 xwendekar ji 26 xwendekarên di polê de xwedî heman nêrînan bin, ji bo mamosteyan pir zehmet dibe ku li ber vê yekê bisekinin" û anî ziman ku li dibistanên ku xwendekarên wan ji paşxaneyên olî û çandî yên cihêreng in, ev zext bi hêsanî tên hevsengkirin.
Nobedariya avê li derveyî destavê di meha Remezanê de
Yek ji mînakên balkêş ên ku di lêkolînê de hatine destnîşankirin, bûyerên ku di meha Remezanê de qewimîne, bûn.
Hin rêveberên dibistanê û mamosteyan behs kirin ku xwendekaran bi dorê li derveyî destavên dibistanê dewriye girtine, bi mebesta ku nehêlin xwendekarên ku rojî nagirin avê vexwin.
Hikel diyar kir ku di rewşên weha de, pêwîst e bi xwendekaran re were nîqaşkirin ka çima ew azadiya kesên din sînordar dikin. Lêbelê, wî destnîşan kir ku dema hejmareke mezin a xwendekaran reftareke wiha wekî qebûlkirî bihesibînin, ev pirsgirêk ji meseleyeke takekesî derdikeve û dibe pirsgirêkeke sazûmanî ku divê tevahiya dibistanê çareser bike.
"Hejmara keçên dibistana seretayî yên ku serpêçê li xwe dikin zêde dibe"
Hikel got ku di nav agahiyên ku wî wergirtibûn de ev jî hebû ku keçên di polên sêyem û çarem de jî dest bi bikaranîna serpêçeyan dikin.
Hikel, ku destnîşan kir ku keçên di temenê 8-10 saliyê de her ku diçe zêdetir serpêçeyan li xwe dikin, diyar kir ku ev yek bi gelemperî ji bo vê koma temenî nayê payîn û dikare wekî "yek ji nîşaneyên têgihiştineke cuda ya Îslamê" were dîtin.
Wî her wiha anî ziman ku gelek zarokên di temenê dibistana seretayî de rojî digirtin, ku ev yek dibû sedem ku di dersan de enerjiya wan a têr nebe. Wî destnîşan kir ku heman rewş ji bo xwendekarên dibistana navîn û amadehiyê jî derbasdar e.
"Dibistan ne cihên îbadetê ne"
Hikel ragihand ku rêveberên dibistanê daxwazên hin xwendekarên misilman ji bo avakirina odeyên nimêjê yên fermî di nav dibistanê de gihandine wî, û wî bi awayekî eşkere li dijî vê daxwazê derket.
Hikel, ku got "ez ne alîgirê odeyên duayan ji bo Xiristiyan, Hindû, Bûdîst an jî Misilmanan im," anî ziman ku ol beşek ji jiyana taybet e û divê dibistan di bingeh de qadeke laîk be.
Hikel, bi bikaranîna gotina "Dibistan ne cihê îbadetê ye", got ku her çend ew dikare fêm bike ku mamoste bi awayekî takekesî nêzîkî xwendekarên pir bawermend dibin jî, şaş e ku dibistan wek sazî cihekî îbadetê ava bike.
"Heta îro, ev daxwaz her tim ji xwendekarên misilman hatine"
Her çend di lêkolînê de hatibe destnîşankirin ku xwendekarên xiristiyan û yên ku ti girêdana wan a olî nîne jî rêzikên olî li ser rêzikên dibistanê giringtir dibînin, Hikel got ku hemû daxwazên ji bo odeyên nimêjê yên ku wî heta îro li Neuköllnê rûbirûyê wan bûye, ji xwendekarên Misilman hatine.
Wî destnîşan kir ku hinek ji van xwendekaran di bin bandora hin mizgeftan, weşanên serhêl û rêxistinên wekî 'Muslim Interaktiv' de mabûn.
"Em di têkoşîna li dijî hem nijadperestî û hem jî îslamîzmê de bi ser neketine"
Li gorî Hikel, dema ku rayedarên dibistanê daxwazên olî red dikin, ew carinan bi tawanbariyên wekî "Ji ber ku em misilman in, cihêkarî li hember me tê kirin" an jî "Ev nijadperestiya dijî misilmanan e" re rû bi rû dimînin.
Hikel diyar kir ku du sedemên sereke ji bo zêdebûna olperestiyê di nav ciwanên li Neuköllnê de hene, û şirove kir ku ya yekem ew cihêkarî ye ku malbatên misilman bi salan e di lêgerîna kar û xanî de pê re rû bi rû mane. Wekî sedema duyem, wî behsa bandora zêde ya îslama siyasî li Berlînê û li seranserê Almanyayê kir.
Hikel parast ku Almanya heta niha nekarîye di heman demê de bi awayekî bibandor li dijî nijadperestî û îslamîzmê têbikoşe. Hikel, ku amaje pê kir ku lêkolînên ku qedexeya serpêçê an jî zexta olî ya li dibistanan tînin rojevê carinan wekî 'nijadperest' tên rexnekirin, got ku ev yek nîqaşkirina van mijaran bi awayekî vekirî zehmet dike.
Hikel, tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya lêkolînan kir û diyar kir ku çiqas pirsgirêk bi awayekî berfirehtir werin destnîşankirin, ewqas çareserî dikarin konkretir werin pêşxistin. Di dawiya hevpeyvînê de, dema ku derbarê îhtimala vegera mamostetiyê de jê hat pirsîn, Hikel got ku tevî rewşa heyî jî ew dilteng nebûye, û lê zêde kir, "Ev pirsgirêk in ku divê em wek civak bi hev re çareser bikin." (Die Zeit)