TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li bakurê Norwecê balafireke barhilgir a serbazî ya Amerîkayê ket xwarê

📅 19 adar 2022 15:00

PeyamaKurd Li bakurê Norwecê, balafireke barhilgir a serbazî ya Amerîkayê ya di çarçoveya manoraya serbazî ya hêzên NATOyê de, roja înê ket xwarê û di encamê de çar kesan can dan.

Li gor zanyariyan, balafir ji cûreya helîkopter a Bell-Boeing V-22 Osprey bû, ku balafireke barhilgir a serbazî ye. Roja înê di dema manorayê de pêwendiya wê bi baregeha serbazî qut bûye ku biryar bû biçe bakurê Norwecê, pişt re ketina balafirê ji aliyê baregeha hevbeş a hêzên NATOyê ve hat piştrastkirin.

Herwiha Berpirsê Rojnamevanî yê li Navenda Hemahengiya Hevbeş a Rizgarkirinê eşkere kir, parçeyên balafirê li devereke çiyayî hatine dîtin, lê heta niha tîmên rizgarkirinê negihîştine cihê ketina balafirê.

Parve bike: