Jiyan
Hişyariya berfê ji bo Bakurê Kurdistanê
Li 9 bajaran berf dibare
EuronuNews- Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde tê payîn.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, sibê ji destê sibê pê ve li çend bajarên Bakurê Kurdistanê berf dê bibare û paşê zêde bike.
Hat daxuyandin ku li Riha, Diyarbekir, Êlih, Bedlîs, Sêrt û Wanê berfeke nerm tê pêşbînîkirin, lê li Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê berfeke zêde û car caran jî zêde tê pêşbînîkirin.
Hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî astengiyên hatin û çûyînê yên ji ber qeşa û cemedê û her wiha li hemberî şepeya li deverên bilind û berpalan baldar û hişyar bin.