TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Babê otomobîleke bombekirî hat teqandin: Mirî û birîndar hene!

📅 10 nîsan 2022 20:17

PeyamaKurd-Li bajarê Babê ku li rojhilatê Helebê dikeve, otomobîlek hat teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, hejmarek mirî û birîndar hene.

Di derbarê bûyerê de Rawangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan agahî dan. Li gorî agahiyên destpêkê, otomobîl nêzîkî rêbendeke grûpên çekdar teqiyaye. Teqîn li ber deriyê bajêr ê Babê rû daye û heta niha hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Parve bike: