TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Babê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin: 3 kustî, 7 birîndar

📅 04 cotmeh 2020 10:21

PeyamaKurd – Li bajaroka Babê ya jêr kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyan, li sûka El Hal a bajaroka Babê ya rojhilatê parêzgeha Helebê ya Sûriyê, şeva borî otomobîleke bombebarkirî li xaleke kontrola polîsan de hat teqandin.

Hat ragihandin ku 3 kes di encama teqînê de hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: