Li Amedê qada lêgerîna petrolê dê were berfirehkirin
RûpelNews - Li gorî biryarê, blokên L46-d1, d2 û d3 yên 44,851 hektarî, li ser lîsansa lêgerîna petrolê ya heyî ya TPAO'yê ya 10,243 hektarî ya li Amedê, ku wek AR/TPO/K/L46-d4 hatiye destnîşankirin, hatine zêdekirin. Di encamê de, qada ku çalakiyên lêgerînê yên şîrketê li herêmê li ser digire, hatiye berfirehkirin.
Serlêdana ji bo dirêjkirina demên iznê
TPAOyê herwiha ji bo dirêjkirina demên derbasbûnê yên hin iznên lêgerîna petrolê serlêdanek pêşkêş kiriye. Li gorî vê yekê: tê xwestin ku dema derbasbûnê ya lîsansa bi hejmara AR/TPO/K/F18-d3 ji 31ê Gulana 2026an, û dema derbasbûnê ya lîsansa bi hejmara AR/TPO/K/F17-a ji 21ê Gulana 2026'an were dirêjkirin, û tê xwestin ku lîsansên bi hejmarên parselê AR/TPO/K/F19-b1 û b4 her yek ji 24ê Mijdara 2026an ve du salan bên dirêjkirin.
Li Semsûrê jî geşedanên nû hene
Di heman demê de, TPAOyê ji bo hêsankirina rêya gihîştinê ya ji bo bîra Boyalı-3ya plankirî, li herêma lêgerîna petrolê ya bi hejmara AR/TPO/K/M40-d a li Semsûr, serlêdanek ji bo desteserkirina hin milkên taybet pêşkêş kiriye. Hat ragihandin ku serlêdan bi rêya daxwaznameyeke bi dîroka 4ê Sibata 2026'an hatiye kirin.