Serokwezîr Barzanî û Fagin: Divê hilberîna petrolê were zêdekirin
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja Duşemê, bi Steve Fagin Rêvebirê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re, civiya.
Li gorî daxuyaniya Barzanî, di civînê de pêşketinên siyasî, ewlehî û aborî yên li Iraq û herêmê, her wiha rêyên xurtkirina hevaltiya demdirêj û hevkariya stratejîk a di navbera Herêma Kurdistanê û DYAyê de hatin nirxandin.
Êrîş hatin şermezarkirin
Herdu aliyan êrîşên ku Herêma Kurdistanê dikin armanc şermezar kirin û tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî, aştî û aramiya herêmê kirin.
Di heman demê de di civînê de hate destnîşankirin ku divê hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê were zêdekirin û divê hevkarî û hevrêziya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de were xurtkirin. Hate destnîşankirin ku ev ji bo baştirkirina rewşa darayî ya Iraqê, zêdekirina dahatên welêt û pêşxistina geşepêdana aborî girîng e.
Barzanî her wiha tekez kir ku di tevahiya vê pêvajoyê de divê mafên destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên rêzgirtin.
Di dawiyê de, civînê girîngiya ji nû ve çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir.