Kurdistan
Li Amedê êrîşa li ser Pêşmergeyan hat protestokirin
Gelek nûnerên partî û rêxistinên Kurd ku li Qada Şêx Seîd a li Amedê kom bûn êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser hêzên Pêşmergeyan protesto kirin.
RûpelNews - Hejmareke zêde nûnerên partî û rêxistinên Kurdî yên ku li Qada Şêx Seîd hatin ba hev û êrîşa Îranê ya ku tê de 6 Pêşmerge şehîd bû şermezar kirin.
Komek ji nûnerên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û VEJÎN li Qada Şêx Seîd alayên Kurdistanê hildabûn bi daxuyaniyeke hevpar, bal kişandin ser zêdebûna êrîşên Îranê li ser Herêma Kürdistanê û nerazîbûna xwe nîşanî Tahranê dan û banga rawestandina şer kirin.
Bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êrîşên li ser Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne, û bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku tedbîrên pêwîst werin girtin.