Tirkiye
Li Amedê di bûyereke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da
Li navçeya Çinar ya Amedê, di saetên êvarê de du otomobîlan qeza kirin û 5 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Parêzgeriya Amedê derbarê bûyera trafîkê de daxûyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî daxûyaniyê bûyera trafîkê, li nêzîkî taxa Çinakoyê di saetên êvarê de çêbû û hêj sedema bûyerê nehatiye zelal kirin.
Parêzgeriyê daxûyanî da
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di encama lihevketina her du otomobîlan tevî ajokaran 5 kesan canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hêla Walîtiya Dîyarbekirê ve hatiye dayîn de, hat ragihandin ku piştî qezayê tîmên tenduristiyê, jenderme û yên pêwendîdar ji bo cihê bûyerê hatine şandin, lêkolînên pêwîst ên lêpirsînê hatine destpêkirin û derbarê bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.