Jiyan
Li Amedê careke din birûskê lê da: Kesek birîndar bû
Li navçeya Çinarê ya Amedê birûskek li stûneke elektrîkê ket. N.V. ku di wê demê de di rê re derbas dibû, birîndar bû. Beriya vê, serê sibê, li Erxeniyê birûskek li dara hewşa dibistanekê ket û di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê jinek piştî ku birûsk li stûneke elektrîkê xist, birîndar bû.
Bûyer danê nîvro li gundê Herzemê yê navçeya Çinarê qewimî. Birûsk li stûneke elektrîkê ya li gund xist.
N.V., ku di wê gavê de wir re derbas dibû, birîndar bû. Piştî wergirtina agahiyê, tîmên tenduristiyê yên lezgîn û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin. (Çavkanî: DHA)