TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Almanya xwepêşdanên piştgiriya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 03 nîsan 2026 15:02
Li bajarên Hannover, Bremen, Dortmund û Herneyê yên Almanyayê, kurd ji bo protestokirina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê xwepêşandanan li dar dixin.

RûpelNews - Di operasyonên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatin destpêkirin de, Herêma Kurdistanê gelek caran dibe armanca mûşek û dronên ku ji aliyê Îranê û komên çekdarên iraqî yên ku Îran piştgiriya wan dike ve hatine avêtin.

Ji bo ku nerazîbûna xwe li hember êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nîşan bidin, kurdên li bajarên Bremen, Hannover, Dortmund û Herneyê yên Almanyda, xwe ji bo xwepêşandanan amade dikin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê RûpelNews ve hatine bidestxistin, 4ê Nîsanê roja Şemiyê saet di 13.00an de li Stasyona Navendî ya Bremenê xwepêşandaneke girseyî tê plankirin.

Cih û dema xwepêşandana li Herne wiha ye: 4ê Nîsanê roja Şemiyê saet 17.00-19.00 li Willi-Pohlmann-Platz.

Hat ragihandin ku xwepêşandana li Dortmundê dê 7ê Nîsanê roja Sêşemê di navbera saet 15.00 û 18.00an de li qada li ber Stasyona Navendî ya Dortmundê pêk were.

8ê Nîsanê roja Çarşemê jî dê di navbera saet 17.00 û 19.00an de li ber Stasyona Navendî ya Hannoverê xwepêşandanek ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê

Ji dema ku şerê herêmî di 28ê Sibatê de dest pê kir, li seranserê Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 êrîşên bi dron û mûşekan hatine tomarkirin.

Di 28ê Adarê de, êrîşeke dronê li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li Dihokê hat kirin, ku ev yek li seranserê cîhanê bû sedema nerazîbûnan.

Di daxuyaniyeke nivîskî de derbarê bûyerê de, Serok Mesûd Barzanî eşkere kir ku baregeha wî bi xwe jî pênc caran bûye hedef.

Di 24ê Adarê de, êrîşeke mûşekî ya balîstîkî ku ji aliyê Îranê ve li ser baregeheke Pêşmerge a li nêzîkî Hewlêrê de, şeş Pêşmerge şehîd bûn û zêdetirî 20 Pêşmergeyan jî birîndar bûn.

Herwiha, êrîşên ku bi dronên bombekirî tên kirin, gelek wargehên sivîl dikin armanc.

Parve bike: