Li 5 navçeyên Amedê operasyon: 31 kes hatin binçavkirin
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, operasyon di bin koordîneya Serdozgerên Giştî yên Dîyarbekir, Licê, Hênî, Hezro û Pasurê de, ligel yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê û Têkoşîna li dijî Narkotîkan ên Fermandariya Giştî ya Cendermeyan pêk hat.
Heştê û yek tîm û 770 personel beşdarî hewildanan bûn - ku di çarçoveya "Plana Çalakiyê ya Têkoşîna li dijî Çandiniya Neqanûnî ya Esrarê" de hatin kirin - di heman demê de pergalên dûrbînê jî di operasyonan de hatin bikar anîn.
Di encama operasyonan de, 54 kîlogram esrar, digel 1,755,212 nebatên esrar û "skunk" hatin desteserkirin ku tê texmînkirin ku bi qasî 40 ton esrara toz çêdikin.
Hat ragihandin ku karûbarên edlî yên derbarê 31 gumanbarên hatine binçavkirin de berdewam dikin.