TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Lêkolîna mirina bi guman a 693 kesan dest pê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 nîsan 2026 10:06
Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ragihand lêkolîna 638 dozên neçareserkirî yên ku mirina 693 kesan dihewîne li 75 parêzgehan dane destpêkirin.

RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek der barê kiryarên kujerên nediyar anku doên neçareserkirî de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyekê belav kir û qala destpêkirina lêkolîna li ser dozên neçareserkirî kir. Gurlek wiha got:

"Bi rêya Rêveberiya Lêpirsîna Sûcên Çaresernebûyî, ya ku me di nav Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Sûcan de ava kiriye, em hemû dozên ku di wijdana civakê de bûye sedema birînekê bi taybetî kuştinên jin û zarokan, ji nû ve dinirxînin. Piştî lêkolînên li seranserê welêt, me pêvajoyeke nirxandina berfireh da destpêkirin ku 638 doz û 693 qurbanî li 75 parêzgehan li xwe digire." 

Li nav bajaran dosyayên herî zêde wiha hat rêzkirin:

Îzmîr: 49 dosya û 51 mirî

Sakarya: 34 dosya û 35 mirî

Trabzon: 30 dosya û 31 mirî

Giresun: 29 dosya û 32 mirî

Tokat: 29 dosya û 32 mirî

Tekirdag: 29 dosya û 31 mirî

Meletî: 24 dosya û 24 mirî

Maraş: 19 dosya û 21 mirî

Çanakkale: 17 dosya û 28 mirî

Bursa: 16 dosya û 18 mirî

Düzce 16 dosya û 18 mirî

Diyarbakır 17 dosya û 18 mirî

 

 

 

Parve bike: