Lêkolîn: Di medyaya civakî de bawerî bi pêvajoyê kêm e
RûpelNews - Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMERê nirxandinek li ser bingeha analîza twîtên ku berî (11-18 Sibat 2026) û piştî (18-24 Sibat 2026) pesendkirina Rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratiyê û Demokrasiyê hatin parvekirin, pêk anî.
Hat diyarkirin ku nirxandina li ser bingeha naveroka twîtan, armanc dikir ku eşkere bike ka komên civakî yên cuda çawa têgehên wekî aşitî, dadmendî, bawerî û nûnertiyê şîrove dikin.
Encamên lêkolînê nîşan dan ku nîqaş ne tenê bi nivîsa raporê sînordar bûn; wan qadeke dîskursa pir-qatî ya ku li ser bîra dîrokî, têkiliyên baweriya siyasî û hêviyên kolektîf ava bûye, pêk anî. Di vê çarçoveyê de, hate destnîşankirin ku lêkolînê daneyên girîng ên ku medyaya civakî di têgihiştina hestên giştî û nêrînên siyasî de peyda dike, eşkere kiriye.
Twîtên beriya raporê: Hêvî, guman, dûrbûn
Di nirxandinê de hat gotin ku hesta serdest a ku di parvekirinên beriya weşandina giştî ya raporê de diyar bûyî "bêbawerî" bû û tekez kir ku parvekirinan hesteke xurt a gumanê li hemberî pêvajoya bi xwe eşkere kiriye.
Di nirxandina lêkolînê de ev şîrove derket pêş:
"Bi taybetî, hesteke xurt heye ku pêvajo ne xwedî vîneke rasteqîn e ji bo dîtina çareseriyekê. Ji ber serpêhatiyên berê, li dijî dewletê bêbawerî heye û ku tiştê diqewime beşek ji stratejiyeke derengxistinê an jî sekinandinê ye.
Di hinek parvekirinan de pêvajo; li şûna naskirina nasnameya kurdî, di çarçoveyeke vekirî ya rîska entegrasyon an jî asîmîlasyonê de pêş ve biçe, rexne kirin. Bi giştî, twîtên beriya raporê, li şûna dijberiyeke kategorîk a li hemberî fikra aştiyê, rejîmeke xurt a hêviya bi îhtiyat a ku li ser rewayî, dadperwerî û nasnameyê disekinî, eşkere kirin.
Twîtên piştî raporê: Hêviyên kurdan çi bûn, û çima ew pêk nehatin?
Li gorî nirxandina SAMERê, twîtên ku piştî raporê hatine weşandin nîşan didin ku hêviya bingehîn a kurdan ji nivîsê, ne "weşandina nivîsekê" bû, lê belê derxistina pirsgirêka kurd ji çarçoveya ewlehiyê û vekirina rêyeke konkret û girêdayî ber bi demokratîkîbûnê ve bû. Ji bo vê yekê, tekezkirina li ser "terorîzm/neterorîzm" û "dewleta yekparçe" di raporê de wek sedem hat nîşandan.
"DEM Partî di nûnertiyê de lawaz e"
Nirxandinê bal kişand ser krîzeke cidî ya samîmiyet û nûnertiyê di nav aktorên pêvajoyê de û destnîşan kir ku twîtên piştî raporê qadeke nîqaşê vekirin ku bi taybetî li ser DEM Partiyê sekinî. Hat destnîşankirin ku tekeziya sereke di parvekirinan de ew bû ku, tevî ku parlamenterên DEMê diyar dikirin ku ew nûnertiya kurdan dikin, ev nûnertî di asta hestyarî û siyasî de di nav kurdan de têra xwe nehatibû pêşwazîkirin.
Hat destnîşankirin ku rexneya ku pir caran di twîtan de dihat dîtin, li ser wê têgihiştinê bû ku pêvajo li şûna ku beşdariyeke civakî ya berfireh tê de hebe, wek danûstandineke girtî ya di navbera çend aktorên siyasî de xuya dikir.
Rexneyeke din a ku li dijî DEMê hat kirin ev bû ku wan dengê xwe da raporê û paşê nêrîneke dijber lê zêde kir:
"Di parvekirinên medyaya civakî de, di derbarê wate û fonksiyona nêrîna dijber de tevliheviyeke têgihîştinê ya zelal heye. Gotara ku di nav bingeha kurd de pir dihat dîtin, li ser pirsên wekî, 'Heger dê nêrîneke dijber bihata weşandin, çima di serî de hatibû pejirandin?' derket pêş. Ev daxuyanî nîşan didin ku aliyên teknîkî û prosedurî yên pêvajoyê ji aliyê raya giştî ve têra xwe nehatine fêmkirin."
Di beşa encamê ya nirxandinê de wiha hat gotin:
"Dema ku twîtên berî û piştî raporê bi hev re tên nirxandin, tê dîtin ku dîskursa medyaya civakî li şûna dijberiyeke kategorîk a li hemberî fikra aştiyê, çarçoveyeke hişyariya xurt û qebûlkirina bi şert afirandiye. Di serdema beriya raporê de, ev guman wek gumaneke strukturel a ku ji bêbawerî, bîra dîrokî û serpêhatiyên berê hebûn, derket pêş; di serdema piştî raporê de, ev guman ber bi mijarên berbiçavtir ve çûn û bi rêya ziman, naverok û helwesta aktorên di nivîsê de kûrtir bû."