TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Lehî û brûsk bû sedema mirina 43 kesan

📅 15 nîsan 2024 21:15

PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê di, nav 3 rojên dawiyê de baran, lehî û brûsk bû sedema mirina 43 kesan.

Rêvebiriya Pakistanê ragihandin ku 12 kes li eyaleta Hayber Pakhtunhwa, 21 kes li eyaleta Pencapê û 10 kes jî li eyaleta Belûcistanê jiyana xwe ji dest dane.

Gelek xanî, erebe û kolan di nav avê de mane. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerif ji bo rêvebiriya afetan ya Pakistanê fermana koordînasyonê da.

Parve bike: