Kurdên Serê Kaniyê piştî 7 salan li ax û warê xwe vedigerin
RûpelNews - Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku piştî dan û standinên li gel aliyên pêwendîdar, hikûmeta demkî û parêzgarê Hisîçayê biryar daye ku komên çekdar ji malên welatiyan derxin.
Her wiha ji bo parastina can û malê koçberan garantî hatine dayîn lê heta niha ti koçberên kurd venegeriyabûn malên xwe.
Astengên li pêşiya vegerê
Li gorî agahiyan, hejmara koçberên ji Serê Kaniyê nêzîkî 12 hezar û 500 malbatan e ku dike nêzîkî 72 hezar kesan.
Tîma serokatiya Sûriyeyê berê li ser vê mijarê ragihandibû ku hebûna mayîn û teqemeniyan bûye sedema derengketina vê pêvajoyê.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso da zanîn ku îro nêzîkî 500 malbatan bi rê dikevin. Lê belê kesên ku vedigerin diyar dikin ku hîn erebên hawirde di malên wan de ne û ew nizanin dê li kû derê bi cih bibin.
"Divê malên xelkê werin valakirin"
Ciwan Îso li ser vê mijarê wiha got: "Divê malên xelkê bi temamî werin valakirin û kesên ku ji derve hatine ji Serê Kaniyê derkevin. Em bi hêvî ne ku her kes vegere cih û warê xwe."
Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ketin bin destê Tirkiye û komên çekdar.
Ji ber vê yekê ji sedî 87ê xelkê Serê Kaniyê anku nêzîkî 200 hezar kesan koçber bûn.
Li şûna Kurdan 3 hezar malbatên çekdaran, Erebên hawirde û malbatên DAIŞiyan hatibûn bicihkirin.(Rûdaw)