TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Komîteya Dadê ya Meclîsa Nûneran 2 xalên bo ezilkirina Trump pesend kir

📅 13 berfanbar 2019 20:24

PeyamaKurd - Komîteya Dadê ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, du xalên rapora ezilkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump ango ji kar dûrxistina wî pesend kir.

Hat ragihandin ku Komîteya Meclîsa Nûneran a Dadê îro du bendên pêşniyara ji kar dûrxistina Trump pesend kirin û ji bo biryara dawî şand Civata Giştî ya Meclîsa Nûneran.

Komîteya Dadê ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, di civîna îro de piştî nîqaşên navbera Partiya Demokratan û Komariyan de, herdu xalên bo ezilkirina Trump ên 'bi xirabî bikaranîna erka xwe' û 'astengkirina karê kongresê' pesend kir û şand ber Civata Giştî ya Meclîsa Nûneran.

Beriya hilbijartinên seroktiyê yên 2020an ev yek wekî derbeyeke mezin a Demokratan li dijî Trump tê nirxandin.

Parve bike: