DEM Partî endamên xwe yên Komîteya Rêveber a Navendî diyar kirin
RûpelNews - DEM Parti ya ku 5emîn Kongreya xwe ya Asayî li Enqerê li dar xist, dest bi avakirina lijneyên xwe yên nû yên rêveberiyê kir.
Encûmena Partiyê ya ku di kongreyê de hat hilbijartin, civîna xwe ya yekem li dar xist û endamên Komîteya Rêveber a Navendî destnîşan kirin.
Civîn ji aliyê Hevserokên Partiya DEMê, Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan ve hate birêvebirin.
Piştî nîqaşan, lîsteya nû ya Komîteya Rêveber a Navendî ya partiyê hate temamkirin.
Komîteya Rêveber a Navendî ji 23 kesan pêk tê
Navên endamên di nav Komîteya Rêveber a Navendî de cih girtin wiha ne:
Canan Çalagan, Cemile Turhalli, Derya Arslan, Ebru Gunay, Elif Bulut, Elif Çoban, Emin Orhan, Emirali Turkmen, Hakki Saruhan Oluç, Hatice Betul Çelebi, Îbrahim Akin, Îlknur Birol, Mahfuz Guleryüz, Mehmet Ruştu Tiryaki, Muhsin Dalfidan, Murad Mihçi, Ozlem Gunduz, Ozturk Turkdogan, Serhat Eren, Sevtap Akdag Karahali, Tayyi Temel, Umut Vedat Açar û Yuksel Mutlu.