TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Komeleya Şoreşger: 9 Pêşmergeyên me şehîd ketin

📅 17 tîrmeh 2026 12:26
Du berpirsên pilebilind ên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand ku ji ber êrişên destê sibehê yên li baregeheke wan a li parêzgeha Silêmaniyê 9 şehîdên wan hene.

RûpelNews - Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azerbar got: "Ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekan em hatin bombebarankirin. Li gorî amarên destpêkê, 9 şehîdên me hene.
Êriş bi 6 mûşekên bihêz û mezin bûn û hemû li herêmên me yên li Zirgiwêzeleyê ketin û hejmarek birîndarên me jî hene."

Her wiha endamekî Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ragihand: "Navenda me ya sereke bi 6 mûşekan li Zirgiwêzeleya Silêmaniyê hat bombebarankirin û agir pê ket."

Wî berpirsê Komeleya Şoreşger eşkere kir:
"Li gorî amarên destpêkê herî kêm 9 şehîdên me hene û îhtimal heye ku amar bilind bibe.
Hejmarek birîndar jî hene lê ji ber ku agir didome amar bi hûrgilî ne diyar in."
Li gorî wî berpirsê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ku ji Rûdawê re axiviye, 3 mûşek li wê baregehê ketine ku şehîd lê hene û 3 mûşekên din jî li heman herêmê ketine. (Rûdaw)
 

Parve bike: