Komedyen Denîz Goktaş hat binçavkirin
RûpelNews - Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê derbarê Goktaş de bi tohmetên "bi awayekî giştî reşkirina nirxên olî yên beşek ji gel" lêpirsîn dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku Goktaş di çarçoveya vê lêpirsînê de li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
Ev çend roj in şova wî mijara nîqaşê ye
Hin gotinên ku Denîz Goktaş di şova xwe ya dawî ya stand-up de gotibûn, li ser medyaya civakî bûbûn sedema tevliheviyeke mezin.
Digel ku dîmenên ji şovê di demeke kurt de bi milyonan caran hatin dîtin, hin bikarhêneran parastin ku divê ev gotin di çarçoveya azadiya derbirînê de bên nirxandin, lê hinên din jî li ser wê bingehê bertek nîşan dan ku ew heqaret li nirxên olî ne.
Piştî pêşandanê, ku ev çend roj in mijara nîqaşên giştî ye, Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê bi serê xwe lêpirsînek dabû destpêkirin.
Hat ragihandin ku pişît ku Goktaş bibin nexweşxneyê dê ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî bê wegirtin. Gelo dê ji wir bê azadkirin an dê ji bo zinanîkirinê ji dadweriyê re bê rêkirin hêj nediyar e.