Kiliçdaroglu: Ti ferqa wan û PKKê ji hev nîne..
PeyamaKurd - Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di gotara xwe ya îro ya koma parlamenê de behsa hewla lînçkirina xwe ya li navçeya Çubuk a Enqerê kir û got, “Hewla lînçkirinê bû, bi ser neketin, ferqa wan û PKKê ji hev nîne.”
Kiliçdaroglu li ser hilbijartinên Stenbolê ku hîn ji ber îtirazên AKP û MHPê bi fermî encam nehatine ragihandin diyar kir, “Êdî divê YSK (Saziya Bilind a Hilbijiartinê) proseyê bidawî werîne û seroktiya şaredariyê ya Ekrem Îmamoglu ragihîne.”
Kiliçdaroglu li ser bûyera lînçkirinê di merasîma cenazeyê leşkerekî de ku ji mirinê rizgar bibû axivî û wiha pê de çû:
“Gelo ew bi rastî misilman in, gelo hurmeta wan li malata şehîdan heye? Hemû zarokên feqîran in, ji hewla lînçkirinê wêdetir heqareta li cenazeyê şehîd wijdanê min êşand. Eşkere dibêjim, rasterast hewla lînçkirinê bû. Lê nekarîn û bi ser neketin. Qey sedeqeyeke me dabû heye. Ti ferqa wan û PKKê ji hev nîne.”