Tirkiye
Kiliçdaroglu: Em pêvajoya kongreyê didin destpêkirin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku pêvajoya kongreya partiyê ya CHPê dê bi civîneke Lijneya Partiyê ku dê, 11ê Hezîranê roja Pêncşemê were lidarxistin, dest pê bike.
RûpelNews - Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, Kiliçdaroglu diyar kir ku CHP malbateke mezin e ku bi nêrînên cihêreng xurt dibe û li dora armancên hevpar yekbûyî ye.
Kiliçdaroglu, destnîşan kir ku endamên partiyê ne hevrik in û armanca wan ew e ku di sedsala duyemîn a Komarê de dadwerî û demokrasiyê xurt bikin.
Serokê Giştî yê CHPê her wiha bang li rêxistina partiyê kir ku di civîna komê ya pêş de bi yekîtî û hevgirtinê tevbigerin, û tekezî li ser girîngiya aqilê selîm û peywendiyên hevaltiyê kir.