Kiliçdaroglu, derbarê bûyerên li navenda CHPê yekem car axivî
RûpelNews - Rojnamevan Bariş Yarkadaş, ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Kiliçdaroglu re tê nasîn, şîroveyên Kemal Kiliçdaroglu yên li ser bûyerên di nav CHPê de li ser tv100ê ragihandin.
“Me hewl da ku em lihev bikin”
Li gorî vê yekê, Kemal Kiliçdaroglu ji parlamenterên ku serdana wî kirin re gotin wiha got: "Di dîroka CHPê de cara yekem e ku destûr nayê dayîn ku parlamenter, endamên Cıvata Partiyê û endamên YDKê bikevin navenda partiya me. Ji vê xirabtir dikaribû çi hebûya? Em heta dawiyê jî li rêyeke lihevhatinê geriyan. Me li ser wê yekê li hev kir ji bo ku em bi hev re biryaran bidin. Lêbelê, hemû hewildanên me ji aliyê hevkarên me ve bi xemsarî hatin pêşwazîkirin. Û ev rewş, ku ez jî bi kûrahî jê bi fikar im, derket holê. Ji kerema xwe re banga aramiyê li nav rêxistinên partiya me, welatiyên me, endamên partiya me û her kesî bikin. Dema ku hûn ji vir derdikevin, nebine sedema dubendiyê; bibin avaker."