Keştiyên Îtalyayê ber bi Tengava Hurmizê ve diçin
RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a Îtalî ANSAyê, keştiyên bi navê "Crotone" û "Rimini" ji bendera Augustayê ya li Sîcilyayê derketine rê. Hat ragihandin ku di destpêkê de hatiye plankirin ku keştî di Kanalê Suveyşê re derbasî Deryaya Sor bibin û bigihîjin Cîbûtîyê.
Ewlehiya navîgasyonê
Di nûçeyê de hat gotin ku eger agirbestiya demkî ya di navbera Amerîka/Îsraîl û Îranê de bibe mayînde, dibe ku keştiyên navborî ji bo operasyonên paqijkirina mayinan û ewlehiya navîgasyonê li Tengava Hurmizê werin bicihkirin.
Tendava Hurmizê yek ji wan herêmên xwedî girîngiyeke stratejîk e ji bo veguhestina enerjiya cîhanî.
Daxuyaniya Îtalyayê ya li ser 'tedbîrên pêşîlêgir'
Di daxuyaniyeke ku di 13ê Gulanê de li Senatoyê hat dayîn de, Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto destnîşan kir ku şandina keştiyan bo herêma Kendavê dikare nêzîkî mehekê bidome, û lê zêde kir: 'Em wek tedbîreke pêşîlêgir amadekariyê dikin ku du keştiyên paqijkirina mayinan bişînin xalekê ku nêzîktirî Tengavê ye.’
Pêdivî bi erêkirina parlamentoyê heye
Di vê navberê de, divê hikûmeta Îtalyayê erêkirina parlamentoyê werbigire da ku bi awayekî fermî beşdarî erkeke leşkerî ya navneteweyî bibe.